the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memoyê Hemîd

Gede Lawiko

Eman eman ez bengî me Sêvka sora xelatî me Ser doşekê rûniştî me Eman eman derd û kula Wez helandim lo ez danîme Gede lawiko qurban Ezê hevraz çûmo berjêr hatim Korfeleqî rastî kewa xwena gozel hatim De divê vê telesê telesbavê guleke mawîzerê lo ez hingavtim Gede lawikê mi derket ji mala mezin Ne divê gede lawikê mi derket ji konê wê mezin Koloz xwar kir reben ez im Gede lawiko herge nêçîrvan î, vir da were lo xezal ez im Gede lawiko qurban De mi go çevê reş bela ne ûû De divê çav birîyê belek kavilê gunda de xwe kil dane Seba wan çev birîyê belek gele mêra lo jinê xwe berdane

Bêjebêje © 2015-2024