the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memoyê Îsrafîl,

Yar Fatimê

Yar Fatimê lo yar Fatimê Bav ecemê lo dê zalimê Şerê şûra lo ez naçimê Dewê giran lo xwe nadimê Ne qeme ye lo bibezimê Ne qirme ye lo teq berdimê Yar Fatimê lo yar Fatimê Mala danî lo geliyê kûr da Bêrîvan hatin lo elbe tûr da Ez radimûsim lo keçikê nûr da Mala danî lo geliyê teng da Şêniyê danî lo geliyê teng da Bêrîvan hatin lo elbê çeng da Ez radimûsim lo keçikê reng da

Bêjebêje © 2015-2024