Memoyê Silo
Cînar Canê
Oy oy oy cînar canê
Emrê mino ji te ra divêm bihar e, oy oy oy, xweş bihar e oy
Teres canê go çay nazik î, çay delal e oy oy, çay kubar e
A de divê kî salix solixê cînar cana minê dike
Wele navê Xwedê yeke bejnbilind e, çavbelek e, lo kofîxwar e, oy oy
Were lo lo, were lê lê, cînar canê
Oy oy oy emrê mino
Ji te ra divêm paşî biharê havîn e hayê, xweş havîn e oy oy
A de divê çay nazik î, çay delal e oy oy, çay şîrîn e, oy oy ax
Erê divê kî orta min û cînar cana minê, xeberdide
Bira xêrê nefsa canê xwe nevîne
Were lo lo, were lê lê cînarcanê
Oy oy oy emrê mino
Ji te ra divêm paşî havînê payîz e, oy oy, xweş payîz e
Teres canê divê çay nazik î, çay delal e oy oy, çay ezîz e
Ax de divê kî orta min û cînar cana min xeberdida
Gundî malîno wele navê Xwedê ne layîq e, ne babat e, ne cayîz e
Were lo lo, were lê lê, cînar canê
Oy oy oy emrê mino
Ji te ra divêm, gundî malîno, zivistan e oy oy, xweş zivistan e oy oy oy
Herê divê sibê da berfê deşta Rewanê girtiye
Mêrg û zevî, deşt û zozan ber bestan e
Were lo lo, were lê lê cînar canê