the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memoyê Silo

Ezê Kalbûm

Êrê wezê kal bûûûm lo sed car kal bûûm A de divê wezê çima dev derî heftê lo heştê sal bûm Êrê divê wezê bona dêmê gulî, eniya gewer pozbijîne Gundî malîno çima sala û îsal tê da xirabmal bûm, ax kotiya xirabmal bûm Hêrê kavila kanîîî lo sed car kanîîî Gundî malîno divê çima îşev êvar da bextê mi evdalê Xwedê ra lê diçêre hes- pê we canî Wele navê Xwedê, divê kewa gozelê wisa bû par van çaxa Par van çaxa bendîleke palepûlî bû yanga vî destî bû Çima sala îsale kotî şindokê dewarê mêra qetê çadirê wê li ser danî Hêrê divê kewa gozelê par van çaxa pormaxa bendîreke palepûlî bû A de divê gidîno yanga vî destî bû Wele navê Xwedê divê ji van sala îsale rûniştiye ber bêşîka dergûşê dihejîne Divê lawo lûrî wî razê A de divê wezê hal û malê dilê xwe ji te ra da sed car kal bûm Ez ê çima bûna dêmê gulî, eniya gewer, pozbijîne Gidîno çima sala îsale tê da xirabmal im

Bêjebêje © 2015-2024