Memoyê Silo
Gelîyê Kalo
Oy oy oy Geliyê Kalo lo lo mij dûman e
Geliyê Kalo lo lo mij dûman e
Kekê mi siyarê kumeyteke dozdebar e
De wexta kekê mi lo dikeve kafekafê bi giran da
Lêdixe mêran û egîda tevan dikuje
A de divê hezar mûsa serê lo bi her duyan e
Geliyê Kalo lo daresot e
Ax de divê kekê mi lo siyarê kumeyteke lo kewêroj e ax
De wexta kekê mi lo dikeve kafekafê bi giran da lêdixe
Mêran û egîda tevan da dikuje
Rîşiyê şarê xwar dike ser qolanê lo bi qapût e ax
Geliyê Kalo lo daresêv e
Geliyê Kalo lo daresêv e
Kekê mi siyarê kumeyteke bînalês e
De wexta kekê mi dikeve kafekafê bi giran da lêdixe
Mêran û egîda bar dike tevdê dikuje
Rîşiyê şarê xwar dike ser qolanê ax dadilqîne ax
Geliyê Kalo lo dareberî ax
Gidîno îşev êvar da gulekê berî bedena kekê mi dane
Şade şûdê Mala Welo lo gelek hene
De tu rabe binêre wî îşev êvar da cotê zeriya rûniştine
De birîna kekê me ay ay tê bigerî