Memoyê Silo
Hey Lê Waye
Dê hay la lê wayê, keko şerekê me daketiye Goma Şemê Dodikê
Mertal gêrand, mertal digerandin, xwedanê xwîna bozbeleka dijmina
Vê sibê dajotin pêşiya melekiya, dajotin dideqandin
Keko efado, gulekê berî bedena mamî Ozmên kekê Xezebê, siyarê sorbazê
dane
Hey lo bavo divê çima sala îsal ûrt û ocaxê Mala Şêngo darekê ra diqelandin
Bê bimirim keko, nemînim ji beyê ra
Hey lo bavo divê bimirim, nemînim ji beyê ra
Hemîdî zava ra, Rizgan siyarê lo sorbozê ra
Ax de divê wezê koza Bişêriyê çavê xwe digerînim nagerînim kesekî serê
meydanê nemaye lo ji heyfa ra
Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê
Ax bê keko şerekê me daketiye Goma Şemê Dodikê, van zozana, van zozana
A de divê de tu rabe erafê meydanê temaşe ke
Bê şerê bokê van berana, lo van berana oy
Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê
Herê divê gulekê berî bedena mamî Ozmên dane
Ez ê rabim tertî vekim derd û dermanê donê zeytê, dûvê helinga
Na wele bavo divê wez ê kewê bidimê postê van berana oy
Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê
Hî bê keko bimirim, nemînim ji beyê ra
Hemîdî zava ra, Rizgan siyarê la sorbozê ra
Ax de divê wez ê koza Bişêriyê çavê xwe digerînim nagerînim
Kesekê serê vê meydanê nemaye lo ji heyfa ra