Memoyê Silo
Sêva Haco
Bavo minê, bi şev xewnekê dîtiye, bê Xwedê xêr ke
Minê xewna şevê gustîlkê tiliya, konê çît û perda, kerê berîya lo pir guhêrîye
Divê mîr Mihemed xewna te dîtiye, şeva çûyî sê mirazê Sêva Haco banê jorê
lo mi da bayê
Divê gelî xulam xizmetkara win ê borê mîr Mihemed bînin ber e
Win ê lê kin zînê berî lo micewar e
A de divê wezê îşev êvar da raste dimê xemsê alê dilê xwe ji te ra tê kim bir
sefer e
Divê rastê dimê xemsê xum e lo sed car xum e
Gundî malîno, wezê kalê Xwedê îşev êvar da rêwî me lo tê da çûme
Wele navê Xwedê dilê minê teze wemê gede bava lo poşman bûme ax
Divê lo şivano pezê te ye mî ye lo sed car mî ye
A de divê îsale sale bi xulamê wana lo midê te ye
Xêra mala Xwedê ra minê bizanibiya çiqa heqê teyê hîn li wê çi ye
Divê lo lo siyaro, bajo here lo nesekine
Gava rojê sê cara ber bêriyê çavê min çavê Sêva Haco dikeve
Wele navê Xwedê besî minê heft gobek bavê di wê min e ax
Divê rast e gundê xemsê çîm e lo sed car çîm e
Ez evdalê Xwedê îşev êvar da rêwî me lo tê da çûme
Gundî malîno hûnê tasek tasa ava sar bidine Sêva Haco
Bira îşev êvar da mi ra li wê bîne