the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memoyê Silo

Sîsilê

De hayê, lê hayê, hay lê hayê, hay lê hayê, hay lê hayê Sîsilê digo, Melesê dayê, dayîkê bira keziya min û te tev dûlavê Ketiye Diyarbekira zaca vê Helebê mêzeke canbazarê Deşta Mûşê Qaymeqamê Zoqê, meclîsê dewletê, wele dayê Wê de divê de maqûlê berdî qurban ewelî ol îslamê çewayê Divjê bûkê, zarokê, birê bava û eskerê Birahîm Haco Evdileva Îşev êvarda serê newala bavê minê lo jorda tenê bi rêda Hay de wayê, hay de wayê, hay de wayê Wî de divê Bişar kire gazî go mala kolekê kolanê were der e Malxirabo, divê kalekê kolanê were der e A de divê malka Bişara wezê zanim kalekê kolane, were der e Wez ku bême der e, Bişarê rabe sibê nava êlan û eşîretê da Bayê xwe bide bêje Emoyê Gozê qelsemêr e girtiye rê wa di reve Wî ê o de divê Gozê kire gazî go mala bextê min û bavê min î ji te ra were rayê Maqûlo divê, bextê min û bavê min î ji te ra were rayê A de divê têy rayê were rayê, nayê rayê Bişarê sondekê xwariye ehdek pêra De divê wezê kela Basimê wisa bikim taqê jêrê têkim kadîna kayê Taqê jorê mala kafirê Dîbo ra têkime ciyê çayê li wê qawê

Bêjebêje © 2015-2024