the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memoyê Silo

Were Yo Yo

Oy oy oy, were yo yo, were yo yo, were yo yo, were yo yo ax Elîko lo lo were neçe pêşiya Zeyneba w Ata, Zeyneba w Ata Xwîşka heft bira ne, gede godê wan gelek hene A de divê tirsa mi ne wê tirsê ye Vê sibê wê erafê meydanê me biqelîne, koka li mêran e ax Oy oy oy ax, were yo yo, were yo yo, were yo yo, were yo yo axe Porsorê go Xezalê, Xezalê porkurê, Xezalê gulîbirê De tu rabe, rabe meydanê temaşe ke Divê şerê alê dilê min û ji te ra şer giran e Keseke xwedanê xêra wê tunîn e Cewabekê bide koma bav e li biran e Bê gulekê berî bedena Weliyê bira delalî malê dane Heyla korê qe nemayê gule maye di birînê da ax Oy oy oy, were yo yo, were yo yo, were yo yo, were yoyo, were yo yo Porsorê go Xezalê, Xezalê xweyka mi kerem ke De tu were wem ê herin mala vî hekîmî bikin hêvî dîlayê vê recayê Wem ê bêjin hekîmo bextê bavê li te da me wax De tu rabe rizqê xwe bixwaze mal û halê dinya gewr e De tu rabe dû dermanekê çêke bûna birînê birîndarê mala bavê mi ra Heyla korê nemayê, birîndarê mala bavê mi lo pir xedar e Oy oy oy, were yo yo, were yo yo, were yo yo, were yoyo, were yo yo Hekîm go Xezalê, Xezalê bira agirê kulê mala bavê te tenê ketê De tu rabe sondekê bixwe, bira bibe ahd qirare wê navberê Herge tu yê bivî bermaliya mala minê Wele navê Xwedê, wez ê birêjim kilê bin çavan e Wez ê bana bînim, birîndarê mala bavê te ra Heyla korê nemayê, dû dermanekê çêkim

Bêjebêje © 2015-2024