the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Meryem Ibrahim Pur

Bulbulî Balşikawî

Bulbulî balshikawî wextî gulim Her shepolan deda dilî le kulim Moxî be agirî shewî yeldam Çawerêyî çarenûsî napeydam Kewî bê dengî new beharanim Gulî bê rengî çaw le baranim Kuncî cêjwanî çol û xemoshim Sêberî nazenînî reshposhim Kêlî gorî shedîdî gumnawim Take darê terîkî bê awim Defterî shêirî shairî rûtim Shemî ser gor û darî tabûtim Kunî gîrawî kon e shimsalim Xewinî aloz û xatîreyî talim Çile reyhanî dûr e dêrawim Sazî nasazî helpesêrawim Tike awingî ser gelayî zerdim Xeste û derdedarî çî derdim Axirîn tishkî xorî payizim Shairî pîrî tûre zîzim Çon detwanim be to bilêm min çîm Xom gumanim heye ke hem ya nîm

Bêjebêje © 2015-2024