Meryem Ibrahim Pur
Emsal Newroz Nakem
emsal bê çiya newroz nakem
bê bonî giya.. newroz nakem
newroz nakem bê bilêse î sûrî agir
newroz nakem eger ireşbeleki tozne kaw
xom nebim be seri çopî gir
kizeyî cergim :
beyanî zû helim sêne!
zor detirsim
ke wêk
karêk
gundêk
şarêk
çemêk, çiyayêk le bîr bikem
zor detirsim
darêk
berdêk
kuxtêk
gerdîk
bince giyayêk, le bîr bikem !
beyanî zû helim sêne!
dîsan melê : " ba têr xeobê "
siwêndim be çiya xwardiwe
ke kurdistane dûrekem
be germên û kiwêstanewe
bigwazme we bo xerîbî - bo jûrekem