the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Meryem Ibrahim Pur

Sazî Nasaz

Bulbulî balşikawî wextî gullim Her şepollan deda dillî le kullim Muxî bê agirî şewî yeldam Çawerrêy çarenûsî napeydam Kewî bê dengî new beharanim Gullî bê rengî çaw le baranim Kuncî cê jiwanî çol û xamoşim Sêberî nazenînî reşpoşim Kêlî gorrî şehîdî gumnawim Take darî tarîkî bê awim Defterî şî’rî şa’îrî rûtim Şemî ser gorr û darî tabûtim Kunî gîrawî kone şimşallim Xewnî aloz û xatîrey tallim Çille rêhanî dûre dêrawim Sazî nasazî hellpesêrawim Tike awingî ser gellay zerdim Xeste û derdedarî çî derdim Axirîn tîşkî xorî payîzim Şa’îrî pîrî turre û zîzim Çon detwanim be to billêm min çîm? Xom gumanim heye ke hem ya nîm Hêmin mukriyanî

Bêjebêje © 2015-2024