a photo of Meryem Ibrahîmpûr

Meryem Ibrahîmpûr

Newroz

Em sal bê çiya newroz nakem Bê bonî giya, newroz nakem Newroz nakem bê bilîsey sûrî agir Newroz nakem, eger reşbelek toz neka û Xom nebim beser çopî gir Em sal bê çiya newroz nakem Bê bonî giya, newroz nakem Em sal bê çiya newroz nakem Bê bonî giya, newroz nakem Newroz nakem bê bilîsey sûrî agir Newroz nakem, eger reşbelek toz neka û Xom nebim beser çopî gir Kizey cergim Beyanî zû helmisêne Kizey cergim Beyanî zû helmisêne Zor detrisim Zor detrisim Kewêk, karêk, gundêk Şarêk, çemêk, çiyayêk Lebîr kim Zor detrisim Zor detrisim Darêk, berdêk, kuxtêk Gerdêk, binçe giyayêk Lebîr kim Beyanî zû helmisêne Beyanî zû helmisêne Dîsan melê batêr xew bê Dîsan melê batêr xew bê Swêndim be çiya xwardiwe Swêndim be çiya xwardiwe Ke kurdistane dûrekem Be germên û kwêstanewe Ke kurdistane dûrekem Be germên û kwêstanewe Bigwazmewe bo xerîbî bo jûrekem Bigwazmewe bo xerîbî bo jûrekem Swêndim be çiya xwardiwe Swêndim be çiya xwardiwe Ke kurdistane dûrekem Be germên û kwêstanewe Bigwazmewe bo xerîbî bo jûrekem Sond be çiya Newroz nakem Bê bonî giya Newroz nakem Newroz nakem bê bilîsey sûrî agir Newroz nakem, eger reşbelek toz neka û Xom nebim beser çopî gir Bo xerîbî bo jûrekem Bo xerîbî bo jûrekem Bo xerîbî bo jûrekem Honrawe: Ebdulla Pêşew

Bêjebêje © 2015-2024