a photo of Merzîye Ferîqî

Merzîye Ferîqî

Bellên Bide

Bellên bide Ke tarîkîm bo ranexeyt Bellên bide Ke şexte bend nakeyte ber pêm Minîş bellênit pê dedem Dan be rabirdûma binêm Pêş çawî to Le perdaxî wenewşeyî Çawî tirim pêk helldawe Pêş namey to Qijî gelêk namey tirim dahênawe Pêş singî to Zor singî tir çepke gullî Tezuwî suryan Bo çinîwim Pêş jiwanî to Zor jiwanî tir rêgay dûryan pê birîwim Şa’rêk bûm Gerûy wişkim Be dway qumêk awa wêl bû Bo baranî her asmanêk nuştamewe Awî lêl bû Ger etewê Xwênî demarî ş’rm bît Dastanêk bît bê kotayî Ger etewê Xoşewîstît Be dway danêt, maçî zerdî malawayî Bellên bide Henasem bît, sêberim bît, baranim bît Taku minîş şanoy konim cê bihêllim demamkî rûm firê bidem Dû ballî pirr xoşewîstîm Le gerdinit girê dem Ebdulla peşêw

Bêjebêje © 2015-2024