a photo of Merzîye Ferîqî

Merzîye Ferîqî

Hîwa megrî

Hîwa megrî, heniskî nîweşew bes hellde, bes bigirî Le çawî bê qerarim boçî dermanî wenewz ebirrî? Kurrî xom, korpellem, mîwanî dinyay taze xullqawim Eda giryet, be zebrî çiz, le rohî pirr gilarawim Çî ye em giriye bê xaye, kirrûzey nîweşew xurpên? Çî ye em qetire wirdaney le çawit bê meal errjên? Legel ew xunçe sawayey le ser xellfî behar errwê Çî ye ferqit? le ber çî ew hetakû sîs ebê enwê Çî ye korpem? çi sirrêke weha mehkûmî giryanî? Ke to hêşta le xem nagey, le manay giriye nazanî Eger wek dayk hesret dîdeket, rencit biçêjaye Zeman gerdî emeltî gişt, be dem bawe bipêjaye Heqt bû 'erş bilerzênî, be nalley rohî pirr êşit Le estêrey sema bipjênî firmêskî dillê rêşit Be xorrayî metirse, xem mexo, megrî, le êstawe Be çî diyare ke çî lew textî nawçawane nûsrawe?

Bêjebêje © 2015-2024