a photo of Merzîye Ferîqî

Merzîye Ferîqî

Şeş pepûlekêy goşey baxekem

Şeş pepûlekêy baxekem Her bo êweye ax û daxekem Her bo êwe lêw be barî xemim Bûlbûllî besta û girya û mateme Her wekû payîz reng zerdî êwem Daxî derûn pirr le derdî êwem Xemî êweye xew û xorakem Şewî tarîka rojî ronakim Berd ezûtêne germî henasem Be sozî dill û agirî tasem Hawar û nallêy mat û bêdengim Xurpe û lêdani dillekêy tengim Şeş pepûlekêy goşey baxekem Şeş pepûlekêy goşey baxekem Her bo êweye ax û daxekem Lew rojewe min dûrim le êwe Her xom ezanim dill çend peşêwe Her xom ezanim qemblêsey xem Le dar û newe ber bûte cesem Her xom ezanim derdî dillî xom Tuxwa ba her xom bo xom xem bixom Her xom ezanim çend be ser samî Girtume millî rê bê aramî Dest le naw destî dillêy rencerom Be rê kirkawî mêyneta erom Şeş pepûlekêy goşey baxekem Şeş pepûlekêy qoşey baxekem Her bo êweye ax û daxekem Deste be deste baxawanekem Egerênewe berow baxeke Mûjde bê mûjde bêmewe latan Ekem pijarî baxçey hîwatan Şad ebînewe emro yan sibêy Awat xozge xaw ebin be oxêy Ejîn jîyane hemû oxêy bê Herçî pêy billêy xefet ew nêybê Pepûlekanim pepûley azîz Wa be ser eçê matemî payîz Şeş pepûlekêy goşey baxekem Şeş pepûlekêy goşey baxekem Her bo êweye ax û daxekem Her bo êwe lêw be barî xemim Bûlbûllî besta û girta û mateme Her wekû payîz reng zerdî êwem Daxî derûn pirr le derdî êwem Xemi êweye xew û ronakim Şewî tarîke rojî ronakim Berd ezûtêne germî henasem Be sozî dill û agirî tasem Hawar û nallêy mat û bêdengim Xurpe û lêdanî dillekêy tengim Şeş pepûlekêy goşey baxekem

Bêjebêje © 2015-2024