Metîn Avaşîn
Piştî Te
Dunya bûye zindan
bêhna min dernayê
Dilê'm xençer lêdan
qelişiye xwîn nayê
Bira ez kor bibim
lal bibim
dîn bibim
piştî te
Gava çevê'm pê ket
dest û nigê'm lerizî
Min navê wê negot
zimanê'm tevizî
Şevê din ranezam
çevê min deriya bû
Dilê'm dişewitî
xewa min reviya bû