the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Meyremxan

Dotmam

Wele dotmam, wele dotmam... Ax wele dotmam, wele dotmam Dibê kulîlka li hemî zoma Lê lê dotmam, dibê heçî derdê evînîkê dîtî Ay ji min û dotmama min Nekê çi gazin û çi loma Ay de domamê, domamê Ay zerî kubarê wez bi xulamê Wele domam, ava şetê me şerbete, .. Pêla navîn li hev dikete Lê lê dotmam dibê Evînîka xelkê alemê adet bû Lê lê ya min û dotmama min ê Li Cizîra Bota bûye çi qibhete Ay de domamê, domamê, domamê Ay zerî kubarê, wez bi xulamê Wele domam, ava şetê me heşîne.. Pêla li navîn har û dîne Lê lê wezê werim domama xwe Ji mamê xwe bixwazim Lê lê bi Xwedê weke mamê min dotmama min nedê min Ez ê çeplê dotmama xwe bigirim birevînim Ser çinê xalikê re biqulpînim Ay de domamê, domamê, domamê Zerî kubarê, ez bi xulamê Wele domam, wele domam Navê dotmama min Gulsun e, .. Tavê heyvê derketî avêtî Cizîra Bota ser û bin e Wezê werim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê bi Xwedê heke mamê min domama min nedê min ez ê bêjim: Xwedê mamo, tu qatilê serê min î Ay de dotmamê, dotmamê, domamê, ax ay de domamê, domamê, domamê ay zerî kubarê, ez bi xulamê Wila domam, wez dizanim navê domama min ê çiye Bejina domama min zirave mîna şerabekî çiyayê Şingalê Wêzidîye, wezê werim domama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê lê bi Xwedê heke mamê min domama min nedê min, wezê çepilê domama xwe bigirim bavêjim ser hûdudê Ingilîzÿe ay de domamê, domamê, ay de domamê, domamê, ay zerî kubarê wez bi xulamê

Bêjebêje © 2015-2024