Mezherî Xaliqî
Aşiqî welat im
Be heway eşiqî dill be peroşe
Wêney periwane bi pirozêm xoşe
Eşiqî pîroz im, zor pirr xiroşe
Em eşiqe eşiqî willate
Ey weten rohim fîdate
Nesîmit wêney etir û ebîre
Dîmenit ciwan û xoş û dillgîre
Zîxit daney dorr xakit eksîre
Ey xuda em xake çend ciwane
Em beheşte rûy cîhane
bulbulî baxî xakî kurdan im
kawe nejad im xellkî êran im
boye exiwên im bo nîştiman im
ey xuda em baxe çend xoşe çend xoşe
em denge dengî siroşe siroşe siroşe
Şerte ta mawim tom le toyî dill bê
Toyî erbê to bê gîrodey çill bê
Her fîdat nebê wêney gill bê
Her ellêm xelikî êran im
bulbulî xakî kurdan im