a photo of Mezherî Xaliqî

Mezherî Xaliqî

Billên Be Yar

Xozgem be salî rabûrdû Umrî kurtî dildarîm bû Le pirr hat û le nakaw çû Yek pirr be dinya arezû Cê mabûm le parî mirdû Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar Sed hezar car xozgem be par, xozgem be par Rojê nebû çawim be dîdar Şad nebê, nesrewê azar Roj nebû yar be lencew lar Çeşnî askî herdey behar Nempiyêkê nîw nîgay xumar Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar Sed hezar car xozgem be par, xozgem be par Billên be yar bê nawçawê Dîman le taw dûrî, tawê Eyrişt le firmêsik lafawê Be yadî balla lawlawê Çawreşê, egrîce xawê Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar Sed hezar car xozgem be par, xozgem be par Xozgem be par, minî hejar! Honrawe: ebdulla goran

Bêjebêje © 2015-2024