a photo of Mezherî Xaliqî

Mezherî Xaliqî

Aşiqî welat im

Be heway eşiqî dill be peroşe Wêney periwane bi pirozêm xoşe Eşiqî pîroz im, zor pirr xiroşe Em eşiqe eşiqî willate Ey weten rohim fîdate Nesîmit wêney etir û ebîre Dîmenit ciwan û xoş û dillgîre Zîxit daney dorr xakit eksîre Ey xuda em xake çend ciwane Em beheşte rûy cîhane bulbulî baxî xakî kurdan im kawe nejad im xellkî êran im boye exiwên im bo nîştiman im ey xuda em baxe çend xoşe çend xoşe em denge dengî siroşe siroşe siroşe Şerte ta mawim tom le toyî dill bê Toyî erbê to bê gîrodey çill bê Her fîdat nebê wêney gill bê Her ellêm xelikî êran im bulbulî xakî kurdan im

Bêjebêje © 2015-2024