a photo of Mezherî Xaliqî

Mezherî Xaliqî

Gulnîşan

Deselatî min çî bû nerdî bextim way hanî Deselatî min çî bû nerdî bextim way hanî Çerxî çep way lê kirdûm to boxoşit dezanî Gulnîşan gulnîşan esmer halim perîşan Gulnîşan gulnîşan esmer halim perîşan Herçend kewtime xerîbî naşkênim ehd û peyman Herçend kewtime xerîbî naşkênim ehd û peyman Şerte ta dil zîndû bê, şerte ta xûnçe birwê Ta bûlbûl le baxan bê, dil le dûrît nasrewê Ey bûkî kurdewarî ey ewînî dildarî Dil laney yadî toye le mestî û le bêdarî Gulnîşan gulnîşan esmer halim perîşan Gulnîşan gulnîşan esmer halim perîşan Herçend kewtime xerîbî naşkênim ehd û peyman Herçend kewtime xerîbî naşkênim ehd û peyman Eger bay meynet gerd bê ta bom bew gerde dada Biçête piştî hewran, gerdan bê le hewada Dilim her le du sewday kîjî kurdistanewe Îşqit zîndû emênê pê ber bim lem sewda da

Bêjebêje © 2015-2024