Mezherî Xaliqî
Kewiyar
Ey yarî şîrîn, ey yarî şîrîn
ey newnemamî dem be pêkenîn
weha nezanî tom le bîrçuwe
girrî dilldarî caran kiz buwe
kewiyar, kewiyar, xas û kewiyarêkî
dem gird û mem gird, kew reftarêkî
qed barîk û balla berz, new nemamêkî
hîç bendîxane û êş û azarê
yadit le dillma dernaka tawê
bellam le dewrî şûmî wehada
baxî dilldarî hergîz bernada
kewiyar, kewiyar, xas û kewiyarêkî
dem gird û mem gird, kew reftarêkî
qed barîk û balla berz, new nemamêkî
were babibîn be hawrriyê giyanî
handerî yek bîn bo kameranî
heta amancî gel destgîr ebê
hîç nebê dillman, lay yek jîr ebê