a photo of Mezherî Xaliqî

Mezherî Xaliqî

Pepûley azadî

bo mezarî awatî dil toy newgulî eşq û wefadarî bo gulşenî pirrgulî jînim her toy awazî dildarî le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dil keştî awatim bû xoşewîstî û mêrî to germî jînî min rêgay necatim bû pepûley azadî naw baxçey dilldarî û eşq û sefa bû pepûley azadî naw baxçey dilldarî û eşq û sefa bû be xwa zor heyfe golêm ême becarî le yek ciya bûyn le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dil keştî awatim bû xoşewîstî û mêrî to germî jînî min rêgay necatim bû le bîrit çû ew şewe asmanî jîn estêre baran bû melî ruh le eşqî to ey nazenîn, mest û qezelxwan bû were dîsan ba lenû eşqî weslî to bimxate ronakî rû keyne le qibley wefa sermest û sefa, herdu be dillpakî pepûley azadî naw baxçey dilldarî û eşq û sefa bû pepûley azadî naw baxçey dilldarî û eşq û sefa bû be xwa zor heyfe golêm ême becarê le yek ciya bûyn le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dil keştî awatim bû xoşewîstî û mêrî to germî jînî min rêgay necatim bû

Bêjebêje © 2015-2024