a photo of Miço Kendeş

Miço Kendeş

Çima

Çima!? Diniya wilo bûye, mal bê kes Çima rok (roj) westa bûye, westa bûye ji ev jîna xweş? Çima!!? Diniya, wilo bûye, mal bê kes! Çima rok westa bûye, westa bûye ji ev jîna xweş? Çima gul? Çima dar? Çima xelk wilo mane bêreng? Çima gul? Çima dar? Çima xelk wilo mane bêreng? Ji ev jîna xweş, ji ev jîna xweş Çima!!? Diniya, wilo bûye, mal bê kes! Çima rok westa bûye, westa bûye ji ev jîna xweş? Çima gul? Çima dar? Çima xelk wilo mane bêreng? Çima gul? Çima dar? Çima xelk wilo mane bêreng? Ji ev jîna xweş, ji ev jîna xweş Buhar bû. Şeveke dirêj Û keçeke dirêj Û tirêneke dirêj Û dilê helbestvanekî Buhar bû. Şeveke dirêj Û keçeke dirêj Û tirêneke dirêj Û dilê helbestvanekî. Kevokek ji sîngê keça dirêj firiya Hat û serê xwe da ser dil Dil şiyar bû, ket, mir, rabû, sax bû Wilo goo… De raze hê Kevoka min Şev dirêj bû, dilê min westiya De raze hê Kevoka min Şev dirêj bû, dilê min westiya Hişiyar bû, kela wê rabû De raze hêê kevoka min Ez dizanim ku birîna te nêzîk e ji ev dilê ku ji bîranîn û nerînê (nihêrînê) ziwa bû Dil ne çiya ye, ku tu hêlîna vîna xwe lê deynî Û ne deşt e, ku tu di bin barê baskên xwe kî Dil ne çiya ye, ku tu hêlîna vîna xwe lê deynî Û ne deşt e, ku tu di bin barê baskên xwe kî Dil wêran e. Wêran e dil.

Bêjebêje © 2015-2024