a photo of Miço Kendeş

Miço Kendeş

Çûme Cizîrê

Were xemê , xemûşê De mi go xatrê mala bavê te dar e Ji dara jî dar çinar e Çûme Cizîrê Çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan Şahlûl û bilbil li hev bûne cote Me gotinê evînî ji hevre digota Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan Çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî Keçkên Helebiya werne wî alî Lê keçkên Estêliya werne vî alî Lê keçkên Cizîriya werne vî alî Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî Çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e Wele jê derketin ew birê jina Çûme ya pêşî lê gelekî kin e Çûme ya nêvî ne li gorî min e Ez çûme ya dawî ew yara min e Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina

Bêjebêje © 2015-2024