a photo of Miço Kendeş

Miço Kendeş

Edûlê

Lê lê Edûlê, dere mi' go: Roja me nêzik e, hayê hayê Ne dûr e! Ma ne şewq û cemala xwe daye Cizîra botan Qubleta resûl e De tu were Ramûsanekê ser can û cesedê min Evdalê xwedê de berde Ne di qewlê mêran û mêrxasan Ramûsan qebûl e Lê lê Edûlê, mi' go': Wezê bi çepilê Edûla xwe bigirim birevînim Wemê xwe bavêjin bextê Mihemed paşa Paşakî bi dil e Wemê bi rojana bikine rev û nêçîrê Wemê bi êvaran dadine arekî daran Wemê bibîsine dengê şalûla bilbilan Edûlê...! Gotî: nabê, nabê.. Lo lawo nabê, şêrîno nabê Ew bî ramûsana te bî Ser henarokê rûyê min Evdala xwedê qebûl nabê Bera ava Feratê, Dijlayê Sabûna Helebê, Himisê, Hemayê Gî bi ser da bê!! Dewsa ramûsana te bê Ji ser henarokê rûyê min ranabê Lo lo, lo ho lo De ha ha hay..

Bêjebêje © 2015-2024