a photo of Miço Kendeş

Miço Kendeş

Eyşana Elî

Lê lê lê way ay ay ay Lê lê lê wayê lê lê lê wayê Lê lê lê lê way lê lê lê wayê Eyşanê lê wayê! Kamilê lê wayê! Tenikê lê wayê! Guloverê lê wayê! Nazik û nazdarê lê lê way Lê lê lê wayê.. Memikên Eyshana Elî. Mîna sêvê Elî Paşa ye, xelkîno! Hoy hoy hoy..de hoo. Hezîno hoy hoy hoy dilo Eyşanê.. Lê lê lê lê way..lê lê lê wayê Kirasekî li ber bejn û bala Eyşana Elî ye; Dest xuya dikê Lo lo xelkîno! Kirasekî Kitan e, sor e Mebrûm e, meles e Tenik e, li ber bejin û bala xwe neke Malxirabê! Di nava wî xopanê gundê me re neçe û nêyo Herkî sewda li gundê me zehf in Û kirasê vê malxirabê jî tenik e Tirsa min e xuya bike serê cot memikê Ramûsana Eyşana Elî xweştir e ji ramûsana bîst û pênc e pênc e pênc e De hoy Bîst û pêncî nava keçikan Wela de rabin, de rabin, de rabin Li piştî min û Eyşana Elî Çar malo, honiko Şewitiyo gundo Rabim tembûrekê ji Eyşana xwe re çêkim çardeh perdan, hoy gundîno Li beyana sibê Li hemberî Eyşana Elî rûnim W'ez ê tilîkê xwe jê re lê bidim Perdakê ji xeman Dîsa na, yekê ji xetran Yekê ji şeklan Yekê ji kulan Yekê ji mereqan Gelê aşiqan! Yekê ji xeman Yekê ji xetran Xwezîka hakimekî adil Li Heramê gundê min û Eyşana malxirab rabiya, gundîno lo! Li ber malê ho! Hakimekî adil Li Heramê gundê min û Eyşana malxirab rabiya Bi çepelê jina qenc bigirita Ji teresê, kotiyê mêrê xerab berda Berda..hoo..de hooy Wella Her yekî Eyşana Elî dîtî Ew ji herdu çavên xwe kor nabê Sîng û ber û bedenê Eyşana Elî Mîna berfa çîyayê Meletgirê Sîng û ber û bedenê Eyşana Elî Way gundîno. Mîna berfa çîyakî Meletgirê Bi şevê çima barî, barî Lo lo silo sirgûno Bi şevê çima barî, barî Li beyana sibê, zeraqa tavê sîngê Eyşanê dayê Eman..eman. Here mere were Mere here were Were here mere

Bêjebêje © 2015-2024