Miço Kendeş
Hatî Bi Rêvê
Hatî bi rêvê
Bîhok û sêvê
Destê xwe da min
Ew şekir lêvê
Bisk didan alî
Ser rûkê min geş
Bi hezar salî
Hew dibim nexweş
Sînga sipî da
Dûr avêtî xaç
Wekî mirîdan
Min çand hezar maç
Hatî.
Ketim lehiya sor
Pêra çûme jor
Dar û mêw û ken
Çem li hawêrdor
Hatî.