a photo of Miço Kendeş

Miço Kendeş

Şeva Hîcran

Di tarîka şeva hicran Çiraxek sîfet im ya Reb Ji ser heta piyan ar e Bi carek vêketim ya Reb Nema min sebr û aramek Ji ber jana evîna dil Evîn behr e belê tenha Di ber pêlan ketim ya Reb Ji dilber dûr ketim lewra Bela ser daye can û dil Temaşa nakî ey zalim kî Ez bêtaqet im ya Reb Meger pirsê li min nakî Belê tim tê xiyala min Şev û rojan bi firan im Ji vir wez dûr ketim ya Reb Nema min sebr û aramek Ji ber jana evîna dil Evîn behr e belê tenha Di ber pêlan ketim ya Reb Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024