Mihemed Afşar
Qêrîna Baranê
By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor
Ez weke peşkeke baranê dikevim
Li ser rûyê erdê dibim hezar parçe
Diherikim ta deryayan
Ez baranim barana rojhilat im ez
Di wextê keskesorê de
Bi hêza rojê dibarim
Dibim dilopek av di nikilê kevokê de
Ez çavkaniya jiyanê me
Jîn didim dara zeytûnê