a photo of Mihemed Akbaş

Mihemed Akbaş

Şadî

Tu çûyî dilê min xem û derd e Payiza dilê min bêdeng û sar e Dil ku digotin min re heval e Xwezî te bidîta çi anî serê min Ey bi şeva roniya Zîna min Bê te Mem im, bêhal im Ey tu reng î, hêviya jana min Bê te hêsîrê kemîn im Kaniya eşqa min bê te serab e Xaniyê eşqa min bê te xerab e Şadiya bê te tahmsar e Wekî siya ser avê ye Ba te bi ziman im Feqiyê Teyran im Bê te şikestî taca xurir im Ba te bi kani me kaniya min ronî ye Bê te mala min xir û xalî ye

Bêjebêje © 2015-2024