Mihemed Arif Cizîrî
Bêrîvanê
Taca serê bêrîvana mi zêrîn e oy oy
Gelî xelqîno, taca serê bêrîvana mi zêrîn e
Sing û berê bedenê bêrîvana mi bî çil û çar kanî ne Bêrîvanê
Hingî temaşe dikim xelqîno
Devê xwe têxime kanîka navê, hemî sing û berê bedenî Bêrîvana mi bî
Ez ê dikim nakim şevê heta danikê sibê têhna dilê mi naşikîne
Bêrîvanê, torîvanê, ez mêvanê, Bêrîvanê
Hemî taca serê Bêrîvana mi zêrîn e Xwedêyo
Zozanê Melepanê bîst û sê ne
Li ser da mêrg û çîmen in, li ber da kanîkê avê lê ne, hoy hoy hoy hoy oy oy
Li ser da mêrg û çîmen in, li berda bele çi û çi ne
Ez ê bêm kanîkê avê lê ne
Eşq û hebiya xelq û alema li dinya wî dûr û gelazin Eyşe Şan in
Belê ya min û keleşyarê ne nêzik e, ne dûr e
Ez ê bêm û belê mal bi malê ne
Ho o oy, ho o oy, yo o o, de hê hê hê, ho yo yo, ho yo yo oy de hoy hoy oy
hoy zozanî ye
Keçê bêrîvanê, malxirabê, ez bextê te me, tu ketî li bextê Xwedê de
Tu bi tenê neçe bêrîka danê miya bêrîvanê
Şivano bêrîvanê gotî ge mi neke domekî heneka û laqirdiyan
Şivanî jê ra gotî, hêcetê we qîzikan e yê bêrîvanan e, yê pêriyan e yê jinikan e
Heke dayika te go, bavê te go, tu bû çî cîka ji bêrîkê nehatî
Bêje yadê bavo, bi rê ve meşka mi qetiya, şîrê mi rijiya
Bêrîvanê, torîvanê, ez mêvanê, bêrîvanê
Zozanê mala bavê bêrîvana min bi kereng e
Ewrekî raserî mala bavê bêrîvanê tê bi ewrê eşqê bî, yê evîniyê bî, yê malxirabînê bî
Şivano devê xwe ji gerdena mi ber de, qezî ye li min dereng e
Bêrîvanê, torîvanê, ev mêvanê, Bêrîvanê
Hemî taca sere bêrîvana mi zêrîn e
Wê ji hemamê derketî cot wey li min wey li min
Wê ji hemamê derketî cot wey li min, memiksêv
Yekî bûye kêvî digot, wey li min wey li min
Yekî bûye kêvî digot, wey li min, memiksêv
Ewiya biçûk cergê mi sot, wey li min wey li min
Ewiya biçûk cergê mi sot, wey li min, memiksêv
Wê ji hemamê derketî çar, wey li min wey li min
Keçik divê dev her û zar, wey li min wey li min
Wê ji hemamê derketiye, wey li min wey li min
Wê ji hemamê derketiye, wey li min, memiksêv
Bi xêlî û bi poşî ye, wey li min, wey li min
Cergê min jî ew sotiye, wey li min wey li min
Cergê min jî nû sotiye, wey li min, memik sêv
Eman eman koçerê
Tu bi qolana kemberê
Xwezika mêrê te bimire
Heft xwezî bi çaxê berê
Lê eman eman eman eman eman koçerê
Mi dî li gir fitilî
Te dî li gir fitilî
Eynik danî xemilî
Xwezila mi yara xwe bidîta
Xweziya mi dosta xwe bidîta
Li ser bextê ewilî
Lê eman eman eman eman eman koçerê