a photo of Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî

Buharê Hat Buharê

Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhara me şêrîn e Tevde gîhayê hêşîn e Keçê dilê min xweş ke Giş bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar çi xweş û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne

Bêjebêje © 2015-2024