a photo of Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî

Kinê

Navê te şêrîn e li vê dinyayê kinê kinê Ez bi serê te kim dil nadim hildim Yaman, yaman, yaman, yaman Navê te li nav alemê şêrîn e Dil nadimê hildim Ez mecbûrim biçim bajara Ji te re bigerime oy, oy, oy, oy kinê Ez mecbûrim biçim bajara bigerime Bajarê Humusê, Hemayê Kemereke ji zêr û zîvî ji yakûta Ji zemrûda ji malê dinyayê Ji kina xwe re bînim yeman yeman... Da biçî seyrana govenda, ser û bana ser seqrana Wî kirasê melesî kitanişta lolo biqetînim, yaman yaman yaman Lolo xelkîno, li min û kina min bûrîn qehr û sal û zeman Pa kinê yek dî heye Dê bo te bêjim ji derdê te ye Sed pezê mala bavê min hebin Hemî pezê sor in, hemî li ber beranî Hemî ji derdê te ye kinê Ez mecbûrim bo te bibên Şînka siltanî bifroşim, bi xeşîmî bi nezanî lê lê lê lê bi erzanî Yaman, yaman, yaman, yaman Ezê bifroşim wî pezî bi xeşîmî, bi nezanî, bi erzanî Wele min dabî kil û kildan Min ji kina xwe re anî Kinê got: Qelso ji malê qelsana lo bêje Evînîka min û te ne ser malê dinyayê, ne ser zêr û zebera Ne jî qîmeta malê dinyayê pera ez zanime Sed pezê mala bavê te hebî ber beranî Te deibî ji kil û kildan Ez bi serê te kim Te têra çavê min yê çepî neanî yaman yaman yaman Gelî xelkîno, serhatîno, gelî guhdarno Gelek fêm kir û kêr nikir wele dîsana Yahid bê lê bê kina bêfêlê kinê dibêjî Te têra çavê min yê çepê neanî… Çunkî muhbeta min û te re banê dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024