a photo of Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî

Metran Îsa

meyremê dibê: elîyo sibe ye, gelo min go wa ye çi sibeka bi xêr û bêr e rabe qeyîk û gemiyê metran îsa gelo li hev girêde emê îro xwe bavêjin tor û bextê metran îsa lo di dêrê de heyla delîl li min û li vî metranî, li vî hogiçî ax lo li vî beranî bila ji diya metranê dêra axtermanê pê tir nebêje min çok da erdê ji xwe re kurek anî metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê xwe deranî elî dibê: meyremê sibe ye gelo wa ye min got dîsa çi sibeka bi xêr û bêr e minê rabûye qeyîk û gemiyê metran îsa temamî kar kir lo li hev girêda eliyê qolaxasî rabû bi destê meyrema file le qîza ke e, bûka sarkîs dostika waliyê wanê girtî lo mîro ji xwe re lo revandiye minê xwe li xwedê û li nav û dengê metranê dêra axtermanê xwe girtiye qesta dêra axtermanê kiriye heylo delîl delîl tew lo lo dilo heyla delîl lo li vî metranî bila ji diya metranê dêra axtermanê pê tir nebêje min çok da erdê ji xwe ree lo kurek anî metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê lo xwe deranî erê dibê sibe ye gelo va ye fecir lê da çi sibeka zû ye metran îsa rabûye qesta dêra axtermanê kiriye belê, bala xwe dayê ko kesekî li binê dêra axtermanê sekiniye erê metran îsa dibê: kuro, eva vê nîvê şevê ka bêjê çî karê te li binê dêra axtermanê li vir çi ye ? eliyê qolaxasî dibê: metrano, ez çi bikim îro filetî ye minê rabûye bi destê meyrema file, qîza keşe, bûka sarkîs dostika waliyê wanê girtî ji xwe re lo min revandiye minê xwe li xwedê û li nav û dengê metranê dêra axtermanê xwe girtiye eger îro tuyê meyrema file li min mar bikî li ser dînê muhemmed sed aferîn dîsa ji nav û dengê te re heger tu mar nekî ezê qebûl bikim dînê lo metran îsa heyla delîl delîl lo li vî metranî metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê lo xwe deranî camêrî û mêrxasiya metran îsa.. metran îsai gotiye: eliyo lo wez wiha nakim ez vê yekê li dinyayê qebûl nakim wele nav û dengê dêra axtermanê kevin e mezin e, ez xirab nakim ez vê serê di nava dînê muhemmed de qet rast nakim ez ji boyî xatirê kevnejinekê dînê muhemmed li ber tu dîna zelûl nakim lawo, ezê îro gazî meleyek û du heb feqiya kim ezê bi qewlê xwedê, bi hedîsa resûlallah bînim meyrema file lo li te mar kim heylo delîl delîl tew lo lo dilo heyla delîl l lo li vî metranî metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê lo xwe deranî walî dibê: kaxizekî ji metran îsa re bi rê kiriye : mêtrano dîsa lo bi min dîs min dît du kevok ji selîsa fir dan hatin dêra axtermanê li cem metran îsa heger tu wan her du kevokan bigirî bi eyînî ezê bidime te bi qederê hezar kîsa heger ko tu negirî, ne eyînî ezê bikim kevir û kuçikên dêra axtermanê bi ser serê te de lo werin xwarê heylo delîl delîl tew lo dilo heyla delîl li vî metranî metran îsa li binê dêra axtermanê ji xwe re lo kemîn danî metran îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengê lo xwe deranî dotira rojê elî zava ye meyrem bûk e.. metran dibêje : waliyo, lawo lo ez metran im ez kekê bedran, henan û yewnan im ezê bi kumê metraniyê bigirim li erdê xim ezê la a sawî dêra axtermanê rakim lawo sibê lad e, wê file bikevin, biki in sûkan û çarçiyan e wele sibe vî çaxî elî zava ye, lo ax meyrem bûk e haylo delîl li min û li vî metranî li vî hogiçiyî li vî beranî ji diya metranê dêra axtermanê pê tir bila nebêje min çok da erdê ji xwe re kurek anî metran îsa ji wî zemanî heya vî zemanî nav û dengê xwe deranî metran îsa li qarşiyê walîyê wanê di binê dêra axtermanê hêja şerek danî heyla delîl lo li vî metranî

Bêjebêje © 2015-2024