a photo of Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî

Qasimê Meyro

Ezê diyarî Kozik û nesebên xweşmêra ketîm Îro çawa kozik û çeperên xweshmêra Qasimo danîne devê xanîya Xanê bila wez nemînim hoê ê.. hoê Çawa li guhê xwîşka te, xwesh tê dengê gullê Sîstema…. Ew çawa nalên dikevê navbera xweyê Çapilya Xanê bila wez nemînim hoê ê.. hoê Çawa nijdevana a a a… Derbeka lêdane li Qasimê minê Meyrê ê ê ê … De kekê Ezo o o… Peyayê nijdevana, pêşya peyayê beledyê bila Xanê wez nemînim hoê ê.. hoê Ezê çibkim m m. Şevê dibê heta dangê subê, ê ê. Çaxê dengê nalên û kalênê Qasimê Meyro yadê li min xweştê Ezê çibkim m m. Dengê nalên û kalênê Qasimo li min xweştê Subê dibê heta dangê êvarî Wella xewa xwîşka te ya reben nayê Hay li minê, way li minê li minê li minê, way limin li minê ê ê Ez rebena xudê Hefsayê Birîndarê mala babê xwe bitinê Çeperê xweşmêra Danîne li devê van bêdera a a a… Li guhê min rebena Xudê xweştê dengê gullê Sîstema a a a… Çawa nalên dikevê navbera xweyê Sêtîr û Helqedara Xanê bila wez nemînim hoê ê...hoê Derbeka çawa a a a… Nijdevana lêdane Qasimê minê Meyro o o o… De kekê Ezo o o….peyayê nijdevana Pêşya peyayê beledyê Xanê bila wez nemînim hoê ê..hoê Emê rabîn… Cilê kuştiyan û birîndaran li,hevgirêdîn De biçîn sera mehkema Diyarbekir sera kurê Muhemed paşa bêjîn Paşawo ketîne bextê te û Xudê da.. Xanê bila wez nemînim hoê ê...hoê Derbeka çawa a a… Nijdevana lêdane Qasimê minê Meyrê ê ê De kekê Ezo ... peyayê nijdevana Pêşya peyayê beledyê Xanê bila wez nemînim hoê ê .. Wextê çaxê ê ê… Dengê nalên û kalênê Qasimê Meyro li min xweştê yadê Subê dibê heta dangê êvarî Ji,dangê êvarî heta dibê dangê subê Xewa xwîşka te ya reben nayê De hay li minê li minê li minê li minê ê. way li minê li minê li minê li minê ê ê ê.. Ez pishtî hefsabî mala babê xwe nemînim Qasimo li darê vê dinê ê ê

Bêjebêje © 2015-2024