a photo of Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî

Wele Seyranê

Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî Seyranê Welê Seyranê Seyranê Seyranê Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê... Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê Keçê dinya nema derdê dewranê... Wele Seyranê keçê dînê Sîngê Seyranê keçê dînê Sîngê Seyrana Mele Mîsa... Qiseta wê ev e bîst û çar seetan li seyrana bî Li govend bî, li kêfê bî Lewma navê wê kirin Seyranê, vêca wî qewimî Heçî însanekê Xwedê keçek dayê, navê wê kirin Seyranê Ji berê çend salekê, eve dinya dibûrît Etwarin , lazim mirov hişyar bît Her meqamek wextê xwe heye Û ser hatiye gotin, hewente nayê çêkirin Malûmê tiştê xoş, xoşîn, yê bizanibit bêjît Lazim miqaleta wê jî bêjît Çukî Elo zanî, navê wî di tarîxê de nîne Herkeskê bi anvê wî çêbiye Wele Seyranê, Seyranê Sîngê Seyrana Mele Misa Rojê sê cara min go: Bi xulam û xizmetkarin Wê gotinê wadê qewlê va seydanê Wek xizêma li ser bêvilê Seyranê Sîngê Seyrana Mele Misa tertir e Ji xwîniveka ber sibê Rontir e dîsa ji heyveka çarde Şevî Seyranê seyranê Çunkî min bi xulama sêbarî lêvan û dev û lêva bî Kelam digotin bi wê lêvê Sîngê Seyrana Mele Misa Tertir e ji xwîneveka ber sibehî Rotir e ji heyveka çardeşevî Sipîtir e ji kaxezeka nivîsandinê Kaxeza Semerqendî Seyranê Hemî girga dikeftinê Li beyana sibê, li buhara nîsana Bikefta ser qedfê vî giyayî Seyranê Wele Seyrê , ezê terka bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim Heya Sîpanê Xelatê bê cotyar cotê xwe berdin Ji min û Seyrana mele Misa re bikin erd û zevî Seyranê Wele seyrê seyranê Keçê dinya nema bûrî Li min û te bî dewr û dewranê Hayê sed cara li min hayê Seyranê Sîngê Seyrana mele Misa zertir e Ji zêrê zer şebayê, Seyranê Ezê terkê bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim Heta Sîpanê Xelatê Biskê seyrana Mele Misa re yan bib serê çiyayê jorî Bidim ber hewayê Seyranê Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî

Bêjebêje © 2015-2024