a photo of Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî

Xezal Xezal

xezal xezal de hayê hayê.. îro minê dîbû mala xezala min barkir çû zozana oy cefayê şewtê kulê dilêm pir bûn xezalê... hayê.. ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê. gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin ma rûkê xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy xezal xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê xezal biyan e oy xezal, xerîbî zor e oy cefa belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e xezal îro minê bala xwe didim çiyayê sîpanê xelatê berfê lêkir oy xezal dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê sala par heta van çaxana xezal ya min bû sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir. xezala min biyan e gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê

Bêjebêje © 2015-2024