a photo of Mihemed Mamilê

Mihemed Mamilê

Ciwanê Giyan

Emin dem gut le diniya tabimênim Leber kes esteme serdanewênim Keçî êste ledawî biskî toda Giriftarim gullim mû napsênim Ciwanê giyan bo wat lê kirdim Be qisey xellkît le gell kirdim Ya xiwa bedkar bê be pirdim Çi qisey başit bo nekirdim Jiyanim pirr le renc û namuradî Behellkewtîş nehatim tuşî şadî Dillim hênd tenge cêy to debê wibes Etoş mexkumî xepsî ênifradî Ciwanê giyan bo wat lê kirdim Be qisey xellkît le gell kirdim Ya xiwa bedkar bê be pirdim Çi qisey başit bo nekirdim Qerarbû bêyt legell xot şadî bênî Nehatî gerçî pêt dabum bellênî Le naw kurda nebû peyman şikandin Le kiwê fêr buy gullm peyman şikandin Ciwanê giyan bo wat lê kirdim Be qisey xellkît le gell kirdim Ya xiwa bedkar bê be pirdim Çi qisey başit bo nekirdim Egerçî royî qet naçî le yadim Dekem yadit be yadî towe şadim Ke barget bo hewar têk na gullî min Şika asundegî tawllî muradim Ciwanê giyan bo wat lê kirdim Be qisey xellkît legell kirdim Ya xiwa bedkar bê be pirdim Çi qisey başit bo nekirdim

Bêjebêje © 2015-2024