a photo of Mihemed Mamilê

Mihemed Mamilê

Ezîz Im Beyanî

Ezîzim beyanî ke gull etirê derêjê Ke bubul denallê ke sofî dête niwêjê Le kuncî qefesda be sed nalle dexiwênim Henawim nemawe le ber çî naye şînim Le hîciranim wîsalit le dewirî xet û xallit Heta hem dexiwênim denallênim Heta new gullî xom wedest dênim Xezêmî giyan le ber çî naye şînim Le ber çawî ciwanit le ber cergî be xiwênim Gull û lale le pişkut dewir dewirî gullane Gullî min depişkiwê beharî dû Dillane Ke bulbul denallê dellê kiwa gullî surim Henawim nemawe demêke le to dûrim Dellên ewirro behare beharî dû Dillane Ke bulbul deka razî dilldarî Degell kone yarî cefakarî Behare ezîzim beharî dû Dillane Ke bulbul dexiwênê le ser pelkî gullane Le baxî gullane her toy taqe gullî min Her toy nûrî çawim her toy bendî dillî min Le baxî wîsalit debê xunçe biçênim Le hîcrî wîsalit be sed nalle dexiwênim Le hîcrî to denallênim ezîzim rû be xallim Dekêşim be dill razî dilldarî Depêwim cîhanî cefakarî Debê birrêjim le ser to xiwênî surim Birînim be êşe demêke le to dûrim Heta key birêjim siruşkî sûr û allim Kejallî ezîzim le hîcrî to binallim Omêdim nemawe meger lutifî ilahî Ke xiwênim derêjim be curimî bê gunahî

Bêjebêje © 2015-2024