Mihemed Mamilê
Gûlekem
Gulekem dellên ewa dê
Hemû wextê çawe çaw im
Ey xuda to billêy wehabê
Bêtewe rûnayi çaw im
Sebebî zullfî şêwawe
’Hosnî rû mededî pê dawe
Min kewa roj im bot e şew
Ke be rojî reş damaw im
Ta bizanin to gullzarî
Rustey serî coybarî
Be xende hatî bexêr bêy
Qedemit ser herdû çaw im
Xiwênî min be gerdenî zulfit
Be îşarey çawekanit
Min eger şikawe pişt im
Min eger ciger biraw im
Ey şemall, ey şîfay nesaxan
Were tobî û xallî rûy yar
Be gull û wenewşey baxan
Binêre du’ha û slaw im
Heqe ke wekû wefayi
Şêt û şeyday sehrayi
Melekan xoyan îşan dam
Priyan destiyan lê daw im