a photo of Mihemed Mamilê

Mihemed Mamilê

Mellên Dill Parçey Goştêkî Be Xiwêne

Mellên dill parçey goştêkî be xiwêne Penay girtûwe le bin dîwarî sîne Mijollî tîrî tîjî nazenîne Be dill dênê le sed cêga birîne Be noşdar û hîlacî ew birîne Le kiwê sarrêj debê ya dekirê pîne Birînî cergî min zamî ewîne Eger estî geyşte tacî dînê Memîş kujtira be tîrî tîjî dînê Eger xusrew le baweş degrê şîrîn Bellam ferhad fîday kird giyanî şîrîn Be noşdar û hîlacî ew birîne Le kiwê sarrêj debê ya dekirê pîne Birînî cergî min zamî ewîne Le ber çî bûme pîrî şêxî senhan Le bo çaw kallê çûme berberazan Edî mecnûn le ber çî kewite kêwî Fiday leylê bû xizm û xêll û xêwî Be noşdar û hilacî ew birîne Le kiwê sarêj debê ya dekirê pîne Birînî cergî min zamî ewîne Edî bo şem desûtênê pepûley Edî bo kes niye webigrê tolley Le îşqî şem pepûle hellprûza Be sûtanî pepûley şem delerza Be noşdar û hîlacî ew birîne Le kiwê sarêj debê ya dekirê pîne Birînî cergî min zamî ewîne Le ber çî roj û şew bulbul denallê Le îsiqî gull perr û poy da denallê Were to bêwefayi gull bibîne Be bulbul nallê besiye ew girîne Be noşdar û hîlacî ew birîne Le kiwê sarêj debê ya dekirê pîne Birînî cergî mn zamî ewîne

Bêjebêje © 2015-2024