a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Agirê Derdê Te Îro Sotime

Agirê derdê te îro sotime wek piperîk Awiren wan herdû çavan dil vekirne sed birîn Sed derî dadan li ber min ta ku nefhêm dilberê Qet min nikarî bû vekim ez li ber xwe yek derîk Min di destê gulfiroşan dî gulek rûgeş biken Mal û can da bihayê, sorgula geş bê şirîk Min nizanî ku li hawêr wê hene xar û kelem Bûye çil sal ku bi wî xarîve ez mayim xerîk Min dixwest ez bîn bikim wê sorgula nazdar û geş Lê ji destê min revandî sorgula min ser serîk

Bêjebêje © 2015-2024