a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Axîna min tim ji dil tê

Axîna min tim ji dil tê, tim ji dil Li min xist merez û kul, xem û kul Axîna min tim ji dil tê, tim ji dil Li min xist merez û kul, xem û kul Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil Hisret kirim bi dîtina gul, bi dîtina gul Şev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin Çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin Şev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin Çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin Kul û xema bi hevre kirin, bi hevre kirin Ta di dil de xwe bi cî kirin, xwe bi cî kirin Çav û dilêm bûne gunehkar Her civandin ta kirine bar Çav û dilêm bûne gunehkar Her civandin ta kirine bar Ev derdê pir nayên e jimar Xwe berdan ser dil wek kurmê dar Ev derdê pir nayên e jimar Xwe berdan ser dil wek kurmê dar

Bêjebêje © 2015-2024