a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Ay lê gulê

Ay lê gulê, gula minê Şêrîna l’ber dilê minê Ay lê gulê, Gula minê Şêrîna l’ber dilê minê Ez gulê nadim malê dinê Ez li ser gulê têm kuştinê Ez gulê nadim malê dinê Ez li ser gulê têm kuştinê Rengê te yê pir delalî Bilbil li ser te dinalî Rengê te yê pir delalî Bilbil li ser te dinalî Te nebînim bi vî halî Armanc û kedera minê Te nebînim bi vî halî Armanc û kedera minê Gulê kesk û sor û zer e Nîşana alê li ser e Gulê kesk û sor û zer e Nîşana alê li ser e Êdî reng sipî gewher e Şêrîn û peymana minê Êdî reng sipî gewher e Şêrîn û peymana minê Zordar dibê ez gul nadim Ezê zend û benda badim Zordar dibê ez gul nadim Ezê zend û benda badim Ezê lê gilh û seradim Azad dibê b’şorşa minê Ezê lê gilh û seradim Azad dibê b’şorşa minê Bi xudê ez pismamê te me Bi sûnd pesindarê te me Bi xudê ez pismamê te me Bi sûnd pesindarê te me Ser ceng û hewarê te me Qelenê te ji xwîna minê Ser ceng û hewarê te me Qelenê te ji xwîna minê Ay lê gulê, Gula minê Şêrîna l’ber dilê minê Ez gulê nadim malê dinê Ez li ser gulê têm kuştinê

Bêjebêje © 2015-2024