a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Ber Dilê Min Pir Şêrîn e

Li ber dilê min pir şêrîne Wek kulîlka bi hilm û bîne Dilê min bûye bi evîne Bê te min gazî û qêrîne Derdê te weke Xabûrim Bê binî û kûr û dûrim Pêlin girin ê din hûrin Li min xistin kirin dûrin Çi Xabûrek bê gemî Wek geliyê du devî Tu ji mir bûye derd û keder Tu car ji bala mi nayê der Wej evîna te nakim der Tuj mir bûye kul û keser Hela were şêrîne Dermanakî vê birîne Kengî li me bê dem û dewran Vegerî li me rojê ciwan Bême cejna her dû dilan Bême bîna gut û baxan Miradê me bi cî were Êşa dila pê derê Piştî her dû çavê belek Mi hes nekir hîna kesek Belkî li me vegerî felek Herdû dila dîsa bik yek Hela were şêrînê Dermankî vê birînê

Bêjebêje © 2015-2024