a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Li ber dilê min pir şêrîn e

Li ber dilê min pir şêrîn e Wek kulîlka bi hilm û bîn e Li ber dilê min pir şêrîn e Wek kulîlka bi hilm û bîn e Dilê min bû ye bi evîn e Bê te, min gazî û girîn e Dilê min bû ye bi evîn e Bê te, min gazî û girîn e Li ber dilê min pir şêrîn e Wek kulîlka bi hilm û bîn e Derdê te weke Xabûrê Bê binî û kûr û dûrê Derdê te weke Xabûrê Bê binî û kûr û dûrê Pêlên gir in, yên din hûr in Li min xistin, birin dûr in Pêlên gir in, yên din hûr in Li min xistin, birin dûr in Ji Xabûrê yek peyde bî Wek geliyê dûdevî Ji Xabûrê yek peyde bî Wek geliyê dûdevî Tu ji mir bû ye derd û keder Ti car ji bala min nayê der Tu ji mir bû ye derd û keder Ti car ji bala min nayê der We'z ji evîna te nakim der Tu ji mir bû ye kul û keser We'z ji evîna te nakim der Tu ji mir bû ye kul û keser Hela were şêrînê Derman bike vê birînê Hela were şêrînê Derman bike vê birînê Piştî çavên te yî belek Min heznekir hîna kesek Piştî herdû çavên belek Min heznekir hîna kesek Belkî vegerê li me felek Herdû dila dîsa bik yek Belkî vegerê li me felek Herdû dila dîsa bik yek Miradê me bi cî werê Eşa dila bê derê Miradê me bi cî werê Eşa dila bê derê Kengî li me bê dem û dewran? Vegerin li me rojên ciwan Kengî li me bê dem û dewran? Vegerin li me rojên ciwan Bê me cejna herdû dilan Bê me bîna gul û baxan Bê me cejna herdû dilan Bê me bîna gul û baxan Miradê me bi cî werê Eşa dila pê derê Miradê me bi cî werê Eşa dila pê derê

Bêjebêje © 2015-2024