a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Bexçê gula

Ez çû me nav bexçê gula Zanim ku min berdaye rê Ez çû me nav bexçê gula Zanim ku min berdaye rê Guhdarê dengê bilbilan Ez xweş dizanim vê sirê Guhdarê dengê bilbilan Ez xweş dizanim vê sirê Ev reng û deng û av û dar Vekir li min xweş kir buhar Ev reng û deng û av û dar Vekir li min xweş kir buhar Anîne ber çavê min yar Ketme xeyala dilberê Anîne ber çavê min yar Ketme xeyala dilberê Ketme xeyala hûr û kûr Awir min avêtin li dor Ketme xeyala hûr û kûr Awir min avêtin li dor Nake li min bu şewq û nûr Dîlber ji bircê daye rê Nake li min bu şewq û nûr Dîlber ji bircê daye rê Derket ji nav bircê, meşî Û ava çema qet ne xweşî Derket ji nav bircê, meşî Û ava çema qet ne xweşî Sorgul ji ber şerma weşî Ez dame ber yek awirê Sorgul ji ber şerma weşî Ez dame ber yek awirê Ez çû me nav bexçê gula Zanim ku min berdaye rê Ez çû me nav bexçê gula Zanim ku min berdaye rê Guhdarê dengê bilbilan Ez xweş dizanim vê sirê Guhdarê dengê bilbilan Ez xweş dizanim vê sirê

Bêjebêje © 2015-2024