a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Cana Min

Cana min cana min Tu yî êş û jana min Kî zane ez kî me Bê te çi ye mana min Hemrîn û delalê Mehabad û Wana min Navê te şîrîn e Dirûv û nîşana min De mêze çavê reş Bizav û Semyana min Newrozê dîrokê Sîpan û Xelata min Newrozê dîrokê Xelat û Sîpana min Yara dil revandî Tu yî bêrîvana min Destê te bernadim Li ser te fermana min Xweşmêr im xwenda me Qada te meydana min Hevkarî, yekîtî Rêç û dibistana min Rizgarî, azadî Evîn û peymana min Helgurd im, ez tême Rabe gulistana min Gotin: A. Şêp Şal

Bêjebêje © 2015-2024